GüncelManşet

TKP/ML TÎKKO: Berxwedana Kobanê berxwedana me ye

Komîteya Herêma Rojhilata Navîn a TKP/ML TÎKKO bi daxuyaniyeke nivîskî berxwedana Kobanê silav kir û wiha got: “Em vê berxwedana biesil weke berxwdana xwe dibînin.”

TKP/ML TÎKKO çeteyên DAIŞ weke “Talankerên emperyalîst û di serî de dewleta Tirk a Kemalîst a faşîst ji aliyê xulamên rejîmê yên herêmê ve hatin rêxistinkirin, xwedîkirin û çek dan wan” diyar kir, wiha got: “Çeteyên DAIŞ bi armanca destkeftiyên demokratîk ên Kurd li Rojava warên wan tine bikin, dorpêçkirina Kantona Kobanê û hewldanên van çeteyên dijminê mirovahiyê yên ji çekên giran hêz digirin li ber çavên hemû dinyayê hewldanên wan ên qetilkirina gel berdewam dikin.”

TKP/ML TÎKKO diyar kir ku îro jî li hemberî çeteyên DAIŞ ên ku hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe planên “em ji vê belayê xelas bibin” dibêjin lê dîsa van pêngavên qala wan dikin cardin di aliyê berjewendiyên xwe de diyar kirine û di daxuyaniya xwe wiha got:

“Talankerên emperyalîst ên duh çeteyên DAIŞ ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî afirandin îro jî dema qala xelasbûna ji vê belayê dikin, di ti tişte dikin û gavekê diavêjin de parastina gelên herêmê, ewlehiya Rojava û Kobanê û azadiya wan ne mijara gotinê ye. Pêvajo û hemû gavên diavêjin ji bo berjewendiyên hêzên emperyalîst ên ji bo berdewamkirina statukoya pêwîstiyên xulam-paşdemayî yên rejîmê û berjewendiyên wan de tên diyarkirin.

Lê hêzên emperyalîst ên talanker û hêzên xulam ên herêmê bi îradeya hesab nedikirin re rû bi rû hatin. Ev îrade îradeya gelekî bi hezkirina azadî û îradeya xwe ve girêdayî ye. Gelê Kurd li Rojava û Kobanê li gel derfetên kêm û dorpêçan lehengiya meşandin û tevî hemû berdêlan jî ev lehengî meşandin, daxwaza di rêya bi sedan, bi hezaran azadiya zarokên xwe de gav paşde neavêtine.”

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu