Manşet

Li her qada tekoşîne, gîyana Newrozê bilindtir bikinê!

BIJÎ NEWROZ!

Açıklama: Elimize e-posta yoluyla ulaşan bildiriyi güncelliği nedeniyle olduğu gibi yayımlıyoruz.

Dehaqén nûhû yén îroyîn, Iraq, Sûrîye, Îran, û Tirkiye çewisandin û kuştina neteweyé Kurd her berdewam dikin. Le ji bîr mekin ku rojeké em é saltanata xwinmijan hilbiweşîniné seré wan.

Kedkaren ji Netewen Tevel, Neteweye Kurd e Mezlum,

Cejna Newroz a neteweye Kurd piroz be!

Dehaqen nuhu yen iroyin, Iraq, Suriye, Iran, u Tirkiye cewisandin u kustina neteweye Kurd her berdewam dikin. Le ji bir mekin ku rojeke em e saltanata xwinmijan hilbiwesinine sere wan.

Brayen Kedkar: Sinifen serdest en Tirk, her care ku dikevin tengasiyeke, qala ‘asiti u bratiye’ dikin da ku hineki fersende behnvedane, xwe sun ve berhevkirine, u ji nu ve dest bi eriskirine bibinin. Dewleta Tirk ji 1923’an, ji sala damezrandine, vir ve ye ku Kurd ti careke nehesibandine. Her daxwaza Kurdan a mafen xwe bi qatliaman bersivand. Ew diktatoriya fasist ku heta demen nezik Kurd nasnedikirin di wan rojen dawin de rabuye u weki ‘havariya demokrasiye’ tevdigere. Hikumata AKP’ye bi imaja ‘demokrat’ a ku li xwe xistiye, daxuyand ku pengaveke nuhu dest pe kiriye. Disa ew diktatoriya fasist ku heta duhu “em bi teroristan re hevditin cenakin” digot u tecriteke zext li ser Abdullah Ocalan disepand, ji niska ve helweste xwe guhart u niha ji xeyni wi keseki din weki mihatab napejirine u her roj heyeteke disine ba wi da ku nerinen wi bizani be.

Ew du-rutiya diktatoriya fasist e. Dewleta Tirk disan di tengasiyeke de ye, disan ketiye nav korereyeke. Li sala 2012’an, dewleta Tirk li hemberi sera gerilla ya tevgera neteweye Kurd necar ma u tek cu. Gava be bibiranin ku li sala 2014’an hilbijartinen cigayi u gelemperi de li pey hevdu pek werin, ew e bi awayeki zelal be fahmkirin ka cima dewleta Tirk li “brayen xwe yen Kurd” bi ewqas “germahi” dinehere.

Hikumata AKP’ye “careseriya nuhu” bi temami li ser bingeha tasfiye u teslimgirtine avakiriye. Herwiha, dewleta Tirk ti careke nepejirandiye ku ew ser di navbera du aliyan de didome. “Hevditinen asiti” yen dewleta fasist li ser konsepta “li welat teror heye, em hewl didin ku terore tevakin” te domandin. Hikumata AKP’ye ji ve pedetir ji dice u derbare gerillayan dibeje ku, wek ku ‘hewayeke insani’ afirandine u moriyen sin belav dikin, “heger ew e welet biterqinin, em e denge xwe dermexine.” Bi politikaya xwe ya “ew zarok ji bin jin ji, hezen ewlehiye de ci dive bikin,” ji roja ku ew hatina ser hikumate vir ve, hikumata AKP’ye berpirsyare kustina bisedan miroven Kurd buye, wek ku berpirsyare komkujiya Roboski’ye ye. Le niha ji hewl dikin ku ew zulmen wan ben jibirkirin.

Neteweye Kurd e Mazlum: Mafa neteweyan ya diyarkirina carenusa xwe, beyi niqas mafa neteweye bindest a avakirina dewleta xwe ye. Ti careseriyeke din careseriyeke rastin nine. Hewla diktatoriya fasist ew e ku hezen berxwedane yen neteweyi yen Kurd tasfiye bike. Lewra, di ve pevajoye de li ber tevgera soresgera Tirkiye’ye u bitaybeti ji li ber partiya me erken mezin derdikevin.

Partiya me li her qade bi pratika xwe ispat kiriye ku ew her li ba neteweye Kurd e. Em bi neteweye Kurd wan hewlen tasfiyekirine ku li ser neteweye Kurd ten sepandin bitevahi vala derxine.

Em mafen bingehinen weki perwerde u parastina bi zimane zikmaki, di makeqanun de pejirandina hebuna Kurdan, u daxwazen bingehinen tavile serbestkirina girtiyen Kurd u soresger u darizandina sucdaren sere diparezin. Herwiha, da ku wan maf u daxwazana ji dewleta Tirk ben jekirin u standin, beguman em e bi hev re tebikosine. Bila meye jibirkirin ku rizgariya tevayi u rastin pisti hilwesandina diktatoriya fasist ve pek te. Careseriyen din tene careseriyen cendemi ne. Dijmine me hevpar e. Li hemberi vi dijmine hevpar, dive kedkaren bindest en ji neteweyen tevel di bin ala proleteryaye de kom bin u da ku ve pergala kevnare hilbiwesinin tekosina xwe ya hevpar bilindtir bikin.

Biji Newroz!

Biji Mafa Diyarkirina Carenusa Xwe ya Neteweyan!

Bimre Emperyalizm, Fasizm, û Her Cure Pasweruti!

Biji Cenga Gel u Soresa Geleri ya Demokratik!

 

Adar 2013

TKP/ML-YDK

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu