Manşet

Ne Xalepçê Ne Roboskê û Beyazitê…

Amed: 16’ê Adarê komkujîya Xalepçeyê û Beyazıtê ye. Jı bo ev komkujîyan û Roboskê şermezar bikin gel li ber AZC plaza kom bu.

Li vir ê kû li Roboskê hatin qatilkirin anîn bîranîn. Sembolîk kefen hatin li xwekirin. Parlementerê BDP’ê Emine Ayna, serokên BDP’ê ê şaredarî û navçe Partizan, ESP, Kurdi-DER tevli çalakiyê bun.

 

Duh Halepçe, îro Roboskê

Ji ber AZC Plaza bi meşaleyan meş dest pê kir heya park â koşuyolê berdewam kir. Di meşê de sloganên “Duh Xalepçe, îro Roboskê, Têkoşîn, berxwedan, rê ya me, rê ya şehîda, Helepçe bîr neke, nede bîr kirin” hate qêrîn kirin. Û li ber bîrdarîya mafê mirovan, bi sedan şemamik hatin pêxistin.

Gel li parkê kom bu û ser navê şehîdan dekeyek hate rêz girtin. Li parkê daxuyanî hatin xwendin. Daxuyanî Tirkî û Kurmancî hate xwendin. Ê Tirkî Necatî Pirinçcioğlu ê Kurmancî jî Zübeyde Zümrüt xwend.

 

“Azadiyê ya gelê Kurd bisekine”

Di daxûyanîye de “Xalepçe, li ser ruyê Cîhanê mînakên wê gelek kêm in. mirovahî û dîrokê  carek din ji komkûjiyeke hovane reşahîdî kir. Tişta herî ecep, ku êşa me mezintir dikir jî bêdengiya dinyayê ya li hember vê hovîtiyê bu. Herwiha îro roja salvegera komkujiya Beyazitê ye. Ev komkujî kû li hember tevgera şoreşgerên  Tirk, di 16’yê Adara 1978’an de li kampusa Beyazitê ya zanengeha stembolê hatîye kirin ê. Armanca wê erîşê jî tunekirina tevgera şoreşger a gelê Tirk û Kurd bû. Lê dîrokê carekê din nişanda ku, têkoşîna mafdar a gelan bi kuştin û qirkirinan nayê tunekirin.”

ne roboski ne beyazit ne halepce2Em baş dizanin ku van pêkanînan tên çi wateyê. Lê belê bi van hawildanên ku dixwazin têkoşîna gelê Kurd bipaşve bixin, dê negêhîjin tu encamekê. Wekî mînak piştî komkujiya herî mezin a dîrokê ya li ser Xalepçeyê, serkeftin û destkeftîyên li Rojavayê Kurdîstanê nîşan didin ku dê tu hêz nikaribe li hember evîndariya azadiyê ya gelê Kurd bisekine.”

 

“Wê careke din neyên jiyîn

Ji bo çareseriyeke demokratîk a pirsgirêka Kurd, di vê dema ku bi birêz Ocalan re hevdîtin tên kirin de, sazbuna aşitiyeke birûmet şertê me yê ku nebe nabe ye. Bê guman rêya gihîştina aşitiyeke bi rûmet jî bi hevrûbûna dîrokî borî pêkane.”

Divê hesaba helepçeyê û hesabê Roboskiyê were dayîn. Heta ku berpirsyarên van komkujiyan li hember dîrokê hesab nedin, dê tu kes nikaribe li vî welatî qala aştiyeke mayînda bike. Divê kiryarên komkujiya Halepçeyê li hember hemû gelên cîhanê ji ber komkujiya ku li Xalepçeyê pêk anîne ji Xalepçeyê lêborinê bixwazin û ev bûyera şerma mirovahiyê wekî komkujî were pejirandin. Ji bo ku ev komkujî wekî şerma mirovahîyê di dîrokê de cihê xwe bigire û komkujiyên wekî wê careke din neyên jiyîn.”

 

Banga 21’ê Adarê!

Nav parkê de ser Xalepçê sinevîzyonek hate li darxisrin. Ê ku temeşa sînevîzyonê dikirin ew komkûjî hezar car şermezar kirin. Girî ket çavên wan. Ê di hesrên wan de dilop dilop diweşiya bibe êşek giran bikeve canê wan.

Pişt sînevîzyonê banga 21’ê Adarê hat kirin û gel belav bû.

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu