GüncelManşet

(Videolu) TKP/ML TÎKKO: Bila her kes di bin sîwanê TŞYG de li hev bicivin

Serekanîye: TKP/ML TÎKKO bang li hemû şoreşgeran bi taybetî jî sempatîzan, alîgir û milîtanên xwe kir, ku di bin sîwanê TŞYG de li dijî faşîzm û her cureyên paşverûtiyê şer bikin û bi hev re bimeşin.

Şervanê TKP/ML TÎKKO Pale Dêrsim, ku yek ji 10 rêxistinên şoreşger ên di meha Kanûnê de di bin sîwana Tevgera Şoreşê ya Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) de cih digire, girîngiya têkoşîna li hemberî zext û zordariya dewleta AKP’ê ji ANF’ê re nirxand.

Dêrsim işaret bi êrîşên bi xwîn û topyekûn ên hikûmeta AKP’ê yên li hemberî gelê xizan û kedkar kir û got, “Hewl dide mûxalefetê bi terora dewletê, kuştina li naverastê, komkujî û pêla girtinan bêdeng bike. Li aliyê din bajarên Kurdan bi tank û topan xera dike û bi vî rengî hewl dide gelê Kurd qir bike.

Dêrsim da zanîn, ku di nava van şert û mercên dijwar de derfetên şoreşê jî ji her demê bêhtir zêde bûne û destnîşan kir, ku pêwîstiya roja îro afirandina rêbertî û rêxistinbûyîneke şoreşger e.

Dêrsim da xuyakirin, ku di nava rewşeke ji şerê mezhebî, olî û nîjadperestî yên li cîhanê û herêmê de, Şoreşa Rojava ya li ser bingeha demokratîk weke alternatîfekê derket holê, her şêwe paşverûtiyê red dike û ji hemû kedkaran re bûye ronahiya hêviyê.

Şervanê TKP/ML TÎKKO anî ziman, ku ji ber vê rastiyê Şoreşa Rojava û berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bûne hedefa emperyalîzmê, AKP û TC ê faşîst.

Pale Dêrsim di dewama axaftina xwe de got, “Parastin, xwedîderketin û dewam kirina berxwedana xwerêveberiyê ya gelê Kurd a li Amed, Nisêbîn û Geverê tê wateya parastin û ewlekirina siberoja gelan, demokratan, rewşenbîran, kedkar û bindestan. Tê wateya xwedîderketina li nirxên azadiyê, parastina siberoja gelên cîhanê. Di nava vê sîstema zordariyê de ti beşa civakê ewle nîne.

Dêrsim da xuyakirin, pêşeroja gelê kedkar, hêzên şoreşger û pêşverû yên li Tirkiyeyê bi pêşeroja berxwedana Kurdan re di zikhev de ye û got, “Qedera wan û rizgariya wan hevpar e. Weke hêzên sosyalîst û şoreşger ên li Kurdistan û Tirkiyeyê, têkoşîna çekdarî jî di nav de, ji bo şoerşa xwe ya li hemberî AKP a faşîst û sîstema serdestiyê ya TC bi hemû rê û rêbazan mezin bikin, me hêza xwe di nava TŞYG de li hev civand. Ji bo em vê hêza xwe îro û sibe mezi bikin, veguherînin rêxistinbûyîneke cidî, berpirsyariyeke xurt li ser milê me ye.

Dêrsim destnîşan kir, armanca bingehîn a TŞYG ew e, hemû hêzên rastî êrîşa hikûmeta AKP’ê û dewleta faşîst a TC tê li hev bicivîne û ji bo têkoşînê seferber bike.

Pale Dêrsim got, “Ya rastî şerê azadiyê yê gelê me ye ku ji zaliman re dibêje zalim, ji mazlûman re dibêje mazlûm û li ber zaliman serî natewîne. Li pêşiya me rojên têkoşînê yên dijwar, lê bi nav û deng hene. Em bang li her kesî dikin ku di nava TŞYG de cih bigirin, li dijî her şêwe faşîzm û paşverûtiyê şer bikin û di nava vê têkoşînê de bi hev re bimeşin.” (Kaynak: ANF)

 

{youtube}https://www.youtube.com/watch?v=duwJxMZsWEo{/youtube}

Daha fazla göster

İlgili Makaleler

Başa dön tuşu